Şandeya Hikûmeta Iraqê ji bo yekxistina lîsteya mûçe, xerc û dahatan geheşt Hewlêrê
Şandeyekî Hikûmeta Iraqê ji bo cîhbicîhkirina biryara yekxistina lîsteya mûçe, dahat û xercên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Iraq a Federal de sererast bike geheşt Hewlêrê.
Çavkaniyekî li Wezareta Darayî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hatina wê şandeyê temamkirina wan rêkarên ku biryara yekxistina lîsteya mûçe, xerc û dahat di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye.
Hat ragehandin ew şande geheşt Hewlêrê û îro dê bêhna xwe vedin û sibe li gel rêveberiya jimêryarî ya Herêma Kurdistanê dest bi karên xwe bikin.
Li gor zanyariyên BasNewsê biryare ew şande heta dawiya vê heftiyê li Hewlêrê bimîne.
Berî naha şandeya Herêma Kurdistanê jî ji bo heman armancê serdana Bexdayê kiribû.
