• Thursday, 12 February 2026
logo

Serok Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransa kir

Gulan Media August 3, 2024 Nûçe
Serok Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransa kir

Serok Mesûd Barzanî îro 01.08.2024 li Pîrmamê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Yan Brem kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê kir û pê re tekezî li ser dostînî û peywendiyên dîrokî yên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê û pêşxistina wan peywendiyan kir.

Serok Barzanî di çarçoveya civîna xwe ya li gel Konsulê Giştî yê Fransayê de tekezî li ser dostînî û peywendiyên dîrokî yên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê û pêşxistina wan peywendiyan kir.

Baregayê Barzanî parve kiriye, “Di wê civînê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser dawî pêşhatên siyasî yên Îraq û deverê û peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê û herwesa hilbijartinên Perlemana Kurdistanê li hev guhertin.”

Top