• Thursday, 12 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Dever nikare li hember aloziyan xwe bigire

Gulan Media August 1, 2024 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Dever nikare li hember aloziyan xwe bigire

Derbarê kuştina Serokê Hemasê de peyamek belav kiriye.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê kuştina Serokê basikê siyasî yê Hemasê Îsmaîl Heniye li Tehranê peyamek li ser hesabê xwe yê fermî li tora civakiya X belav kiriye û nivîsandiye;

 Ez kuştina Îsmaîl Heniye û hemû hewlên ji bo nehiştina aramiya li herêmê şermezar dikim.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de ji bo diyalogê bang kir nivîsand: Ez bangî hemû aliyan dikim ku aloziyên vê dawiyê kêm bikin û ji bo ku aramî û seqamgirî vegere herêmê giftûgoyên cidî bikin. Herêm xwe li ber nezelaliya zêdetir nagire.

Top