• Thursday, 12 February 2026
logo

Xamneyî fermana êrîş kirine ser Îsraîlê daye

Gulan Media August 1, 2024 Nûçe
Xamneyî fermana êrîş kirine ser Îsraîlê daye

Duhê di civîna bilez ya civata ewlekarî ya Îranê de ev ferman hatiye dayîn.

Rojnameya New York Tames belav kiriye ku, sê rayedarên spaha Pasdaran ku, nexwestine navê wan were eşkere kirin ragihandine ku, duhê danê sibê di civîna bilez ya civata ewlekarî ya Îranê de Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyê ferman bi aliyên têkildar yên Îranê kiriye daku, bilez êrîşî ser Îsraîlê bikin û bersifa kuştina Serokê basikê siyasî yê Hemasê Îsmaîl Heniye li îranê bidin.

 

Top