Serok Barzanî serxwaşî li Şêx Nehro Kesnezanî kir
Serok Barzanî nameyeke serxwaşiyê arasteyî Rêberê Terîqeta Qadirî Şêx Nehro Kesnezanî dike, ji ber koça dawiyê ya Perlemanter Xandî Mihemed Kesnezanî yê birayê wî.
Serok Mesûd Barzanî îro 28.07.2024 di nameya serxwaşiyê de ji bo Şêx Nehro Kesnezanî nivîsiye, “Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawiyê ya birayê we yên rêzdar Xandî Şêx Mihemed Kerîm gehişt min.”
Herwesa di wê behînameyê de hatiye, “Ez serexweşiyê li we û malbata we ya rêzdar û kesûkarên we dikim û xwe hevparê xema we dibînim.”
Tekista behînameya Serok Barzanî
Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan
Rêberê Terîqeta Qadirî rêzdar Şêx Nehro Kesnezanî, Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawiyê ya birayê we yên rêzdar Xandî Şêx Mihemed Kerîm gehişt min.
Ez serexweşiyê li we û malbata we ya rêzdar û kesûkarên we dikim û xwe hevparê xema we dibînim.
Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku canê birayê we yê Xudêjêrazî bi behişta berîn şa bike û sebr û hedarê bide hemî aliyan.
Îna lîlah we îna îleyhî racîon
