• Thursday, 12 February 2026
logo

Xamneyî fermana destbikar bûna Mesûd Pizişkiyan îmze kir

Xamneyî fermana destbikar bûna Mesûd Pizişkiyan îmze kir

Pizişkiyan jî soza xizmet kirinê dide.

Li gor çapemeniya Îranî Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyê di merasîmeke fermî de fermana destbikar bûna Serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pizişkiyan îmze kiriye û nav hatî weke Serokkomarê nû yê Îranê destbikar kiriye û çend şîret jî derbarê îdare kirina Îranê de li Pizişkiyan kiriye.

Her di vê merasîma han de Pizişkiyan jî soz daye pêbendî rêçikên rejîmê be û xizmeta xelkê bike.

Weke tê zanîn jiber ketina kopterê Serokkomarê berê yê Îranê Îbrahîn Reîsî canê xwe ji dest dabû û li Îranê jî bilez hilbijartin hate kirin û Mesûd Pizişkiyan di gera duyem ya dengdanê de bû Serokkomarê nû yê Îranê.

 

 

Top