• Thursday, 12 February 2026
logo

Çalakvanekî siyasî: PYD û HSD derveyî Kurdan amadene li gel hemû aliyan gotûbêjê bikin

Çalakvanekî siyasî: PYD û HSD derveyî Kurdan amadene li gel hemû aliyan gotûbêjê bikin

Îro 24.07.2024ê çalakvanekî siyasî yê Kur dli Rojavayê Kurdistanê ragehand, baweriya wan û bi giştî jî gelê kurd baweriya xwe bi siyaseta PKKê nemaye û fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragehand ku ji bo danûstan û gotûbêjên Kurdî – Kurdî amadene, lê ew yek ji nîgeraniyên nêzîkbûna di navbera Enqere û Şamê ye û di mijara danûstandinên Kurdî – Kurdî de jî tevliheviyek di nêrîna wan de heye.

Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî duh di çapemeniya ser bi PYDê re ragehand, di serî de li gel Rejîma Şamê, bi giştî li gel hemû aliyan ji danûstan û gotûbêjan re amade ne. Lê ji aliyê din ve peywendiyên wan ên li gel rejîma Sûriyê qet qut nebûne, lê Amerîka, Brîtanya û Fransa fişarê dike ku rêveberiyên PYNK û ENKSê dest bi danûstan û dîalogê bikin. Li ser vê yeke jî Ebdî ragehand dibe ku ew gotûbêj di demekî kurt de destpê bikin.

Vê derbarê de çalakvanê siyasî yê Kurd Omer Ehmed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Mezlûm Ebdî bi vesîleya qaşo şoreşa 19ê Tîrmehê ew axaftin kir. Lê ew vesîle bixwe ne raste, ji berk u 19ê Tîrmehê qaşo şoreş pêkhat, lê di rastiyê de di navbera PKK û rejîma Sûriyê de pêvajoyekî radestkirinê bû û yek gule bernedan endameke rejîmê. Berovajî wê ji aliyê PKKê ve hatin parastin.’’

Omer Ehmed got, Hêzên Sûriya Demokratîk amadeye li gel hemû aliyên Sûriyê û hemû aliyên ku bi dosyaya Sûriyê re têkildar ên navnetewî re, herwaha hêzên derve re danûstanê bike. Lê hêzên li herêmê naxwazin li gel HSDê peywendiyan pêkbînin. Rola PKK û HSDê ya li herêmê piştî bi dawîbûna Hevpeymaniya Navnetewî ya dijî DAIŞê bi dawî bibe û DAIŞ bi dawî biber ola wan jî bi dawî dibe.

Herwaha got: ‘’Rejîma Sûriyê ew herêmên ku radestî PKKê kiribûn dixwaze ji nû ve ava bike û ji ber ku bi xwe radest kirine, dîalog û danûstana li gel wan jî red dikin.’’

Omer Ehmed got: ‘’HSD derveyî Kurdan amadeye li gel hemû aliyan dîalog û gotûbêjan bike û Mezlûm Ebdî jî li Sûriyê ew pêvajoya danûstanê ya di navbera PYD û ENKSê de hatin kirin û ji aliye PKKê ve hatin rawestandin re bibû sponser.’’

Çalakvanê siyasî diyar kir; ‘’Gelê Kurd û tevgerên siyasî ji siyaseta PKKê ya li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bê bawer bûne. Ji ber ku zêdetirî 1500 çekdarên DAIŞê li girtîgehan berdane, lê ji aliyê din ve bi dehan çalakvanên Kurd di bin çavan de girtî ne û ên wê yekê dikin ti kes jê bawer nake.’’

Omer Ehmed diyar kir: PKK, li Sûriyê û bi giştî li navçeyê ew tevgera Tirkiyê ya heye nîgerane. Bi taybet nêzîkbûna Tirkiyê ya li gel rejîma Sûriyê li gel wan hem tirs, hem nîgeranî û hem jî tevliheviyek di serê wan de çêkiriye. Bi taybet eger Donald Trump helbijartinên Amerîkayê de serbikeve, dibe ku Trump hêzên Amerîkayê ji Sûriyê vekêşe û erke HSDê jî bi dawî bike. Wê deme HSD dibe ku naçar bimîne hemû tiştekî bê beramber radestî rejîmê bike.’’

 

Basnews

Top