Bi fermana Mesrûr Barzanî çendîn biryar di derbarê bacê de di berjewendiya welatiyan de hat dayîn
Bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma kurdistanê wergirtina çend cure bacek hat rawestandin û rêveberê giştî yê bac û debarê jî li Werzareta Darayî çend agahiyan di vê derbarê de aşkera dike.
Îro 23.07.2024, rêveberê giştî yê bac û debara Hikûmeta Herêma Kurdistan Kemal Wertî, di konferanseke rojnamevaniyê de ragehand: “Bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî, biryar hat dayîn ku baca ser xwaringeh û hotelan û baca ser nanpêşxane û simûnxaneyan sedî 10 hatiye ragirtin.”
Herwaha amaje bi wê jî da ku her bi biryara Serokê Hikûmetê ji sedî 5 baca ser naxwaşxaneyên taybet tên helgirtin û baca ser li ser zevî ango erdên vala jî hatin ragirtin.
Rêveberê giştî yê bac û debarê ronî jî kir ku biryarên serokê Hikûmetê hereketê dixe nav baza û hemû biryar jî di berjewendiya hemwelatiyên Herêma Kurdistanê de ne.
Naveroka biryaran:
1 – Rawestandina wergirtina baca ser xwaringeh û hotelan.
2 – Rawestandina wergirtina baca ser nexwaşxaneyên taybet.
3 – Rawestandina wergirtina baca ser simûnxane û nanpêşxaneyan.
4 – Rawestandina wergirtina “baca ser zevî û erdên betal û erdên ku avahî li ser nehatine çêkirin” ku di wê yasayê ango “baca ser zevî û erdên betal û erdên ku avahî li ser nehatine çêkirin” de hejmara 26 ya sala 1062 hatî nûjen kirin de hatiye, ta ku yekalî kirina rêxistina tevdîrên wergirtina bacê li gel demûdezgayên Yekîtîxwazan û nûjen kirina yasayê.
Basnews
