• Friday, 13 February 2026
logo

Serokatiya Şaredariya Hewlêrê: Xwedî kirina ajalan di nav taxan de qedexeye

Serokatiya Şaredariya Hewlêrê: Xwedî kirina ajalan di nav taxan de qedexeye

 Serokatiya Şaredariya Hewlêrê ragehand ku ewê wan cihên ku tê de karê ajal xwedî kirinê tê kirin xirab bikin û rakin, di nav mal û taxan de xwedî kirina ajalan jî qedexeye.

Îro 4.07.2024, Serokatiya Şaredariya Hewlêrê ragehandiye, bi armanca pak û paqijiya xwezayê û dûrketina ji metirsiya nexwaşiyên ku vediguhezin û pêkanîna sîmayeke xweşik, tîmên wan li gel rêveberiya şaredariya çar, bi hemahengiya li gel polîsê şaredariyê çend cihekî xwedî kirina ajalan ji nav birine.

Herwaha hatiye ronî kirin ku ew cîhên ajalvanî tê de tê kirin wê ji nav birin û piştî agahdariyê di dema pêbendnebûnê de wê dest daynin ser wan cihan.

 

 

Basnews

Top