• Friday, 13 February 2026
logo

Tirkiye… Li Muglayê di encama êrîşeke çekdarî de 3 kes mirin, 2 kes birîndar bûn

Tirkiye… Li Muglayê di encama êrîşeke çekdarî de 3 kes mirin, 2 kes birîndar bûn

Li navçeya Fethiye a bajarê Mugla yê Tirkiyê, kesekî xezûr, xesû, û kesek din kuşt, 2 kes jî birîndar kir û revî, piştî demekî din hat girtin.

Kesê binavê Ozcan A, xezûr û xesûya xwe, li gor îdiayan ku tê gotin navbera wan de dijminatî hebûye, di mala wan de bi debancê kuşt.

Ozcan A, ku tê îdîakirin di vîlayekî ya li wê herêmê de li hevjîna xwe digeriya, gule li kesên ku paqijiya hewzê dikir jî reşand û li nexwaşxanê jiyana xwe ji dest da.

Li ser agahdar kirinê hejmareke zêde ya cenderme û tîmên tendurustiyê çûne wê herêmê.

Herwaha hat diyar kirin, Ozcan A, li vîlayeke din de jî 2 kesên din birîndar kiriye û li nexwaşxanê tên dermankirin.

Piştî xebatên lêgerîn û lêkolînê yên polîs, kujer Ozcan li cihê karê xwe ji aliyê polîs ve hat girtin.

 

 

Basnews

Top