Raporterê Parlamentoya Ewrupa yê karûbarê Tirkiyê: Sepandina Qeyûman li Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye
Raporterê Parlamentoya Yekitiya Ewrupayê (YE) yê Karûbarên Tirkiyeyê li ser tora civakî ya Xê rexneyê li siyaseta Hikûmeta Tirkiyeyê ya li dijî serokên şaredariyên Bakurê Kurdistanê digire û dibêje, “Dîsa helmeta rakirinê û danana qeyûman dest pê kiriye.”
Raporterê Parlamentoya Yekitiya Ewrupayê yê Karûbarên Tirkiyeyê Nacho Sánchez Amor peyama xwe bi navnîşanê “Dîsa dest pê kir” nivîsiye û dibêje, “Em desteserkirina Serokê Şaredariya Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê Mihemed Sadiq Akiş û sepandina qeyûmekî li cihê wî red dikin ji ber ku ew tiştê hatiye kirin nehêlana îradeya xelkî ye û êrîşkirina li ser bingehên demokrasiyê ye.”
Rengvedan piştî desteserkirina Mehmed Sidîq Akiş tên, ku bi tometa skalayekê qaşo ji sala 2014ê heta niha yekalî nebûye. Piştî desteserkirina Akiş, Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê kesek wekî Serokê Şaredariyê bi qeyûm ji bo birêvebirina karûbarên wê şaredariyê danaye.”
Pêştir jî li roja 02.04.2024ê yanî tenê piştî borîna du rojan li ser hilbijartinên şaredariyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, bi biryareke Saziya Hilbijartinan a Wanê Serokê Hilbijartî yê Şaredariya Mezin a Parêzgeha Wanê Ebdula Zeydan ku ser bi Dem Partiyê ye ji peywirê hat dûrxistin û li şûna wî Ebdulhat Aver ku berbijêrê duyem ê serkeftiyê hilbijartinên bazineya parêzgeha Wanê yê AK Partiyê bû li cihê wî hat danan, lê ew biryar rûbirûyî xwenîşandanên girseyî bû û Saziya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê bi neçarî biryara xwe guhert û maf ji bo Ebdula Zeydan vegerand.
Basnews
