• Friday, 13 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Lazime rewşa Şingalê were normal kirin

Mesrûr Barzanî:    Lazime rewşa Şingalê were normal kirin

Dibêje Şingal û deverên din yên Kurdistanî bo me gelek girîngin.

Êvara duh Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Laleşê kir û piştî serdanê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Me serdana perestgeha Laleşê kir li Qezaya Şêxanê û ji aliyê Mîrê Êzidiyan li Kurdistan û cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg û civata Rûhanî ya Êzidiyan ve hatin pêşwazîkirin.

Me ev yek dubare kir ku, Êzidî û Êzidatî yek ji ol û pêkhateyên resen yên Kurdistanê ne û çi ji destê me were bo zêdetir xizmet kirina wan emê bikin.

Me balkêşande ser girîngî û pêwîstiya normal kirina rewşa Şingalê û awedan kirina deverê û vegera serfirazane ya awareyan bo cîhên xwe.

Me tekez li ser vê yekê jî kir ku, Şingal weke tevahiya deverên Kurdistanî yên derveya îdareya hikûmeta herêmê, bo me gelek girînge û mijara normal kirina rewşa Şingalê û deverên Kurdistanî yên din, yek ji mijarên sereke yên danûstandinên herêma Kurdistan û hikûmeta federalîne û daxwaz dikin li ser esasê destûrê û rêkeftinan kêşeyên wan navçeyan werin çareserkirin.

Top