Rêveberiya xwandina kurdî li parêzgeha Kerkûkê 14 xwandevan xelat kir
Duh 02.06.2024ê rêveberiya xwandina kurdî li parêzgeha Kerkûkê 14 xwandevanên pola 6 xelat kir, ku ji hemû dibistanên kurdî yên li Kerkûkê ji ezmûnên sala 2023 – 2024ê yekem bûn.
Rêveberê Xwandina Kurdî li Parêzgeha Kerkûkê Mamosta Kameran Elî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Salane wek xwandina kurdî, bi hevkariya Wezareta Perwerde ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê xelatê dide yekeman û rêjeya derçûnê li gor sala borî sedî 54 e, rêjeya xwandevanan û rêjeya derçûnê zêdetire ji xwandina erebî ku rêjeya wê sedî 48 hatiye tomar kirin.’’
Basnews
