• Friday, 13 February 2026
logo

Li 3 navçe û 4 bajarokan hilbijartinan dest pê kir

Li 3 navçe û 4 bajarokan hilbijartinan dest pê kir

Li gorî biryara Lîjneya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê (YSK) 2yê Hezîranê li 7 navendan hilbijartinên xwecihî tên dubarekirin.

Herwiha dê 58 hezar 259 dengder li 312 sindoqan deng bidin.

Piştî hilbijartinên 31ê Adarê ji ber îtirazan biryar hatibû dayîn ku li 3 navçe û 4 bajarokan 2yê Hezîranê hilbijartin bên dubarekirin.

Herwiha li 212 taxan jî dê muxtar bên hilbijartin.

Yek ji cihên ku dê li wê derê bên dûbarekirin navçeya Curnê Reş a Rihayê ye.

DEM Partiyê 31ê Adarê ji sedî 33,20ê dengan AK Partiyê jî ji sedî 30,72yê dengan standibûn.

Li ser îtiraza AK Partiyê YSKyê biryar dabû ku hilbijartin bên dubarekirin.

Dengder di navbera 08:00 û 17:00an de dê karibin dengê xwe bidin û li gorî yasayê qedexeya weşanê heta demjimêr 21:00ê dê berdewam bike.

Cihên ku dê 2ê Hezîrana 2024an hilbijartinên serokatiya şaredariyê bên kirin ev in:

Bakurê Kurdistanê

Riha - Curnê Reş

Dêrsim - Mêzgir - Perî

Sêwaz - Norxan - Guneykaya

Tirkiye

Aksaray - Guzelyurt

Kayseri - Pinarbaşi

Kirklareli - Luleburgaz- Buyukkariştiran

Aksaray - Saglik

Serokê Lîjneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê Ahmet Yener 6ê Gulanê encamên fermî yên Hilbijartinên 31ê Adarê yên şaredariyan eşkere kiribûn.

Curnê Reş

Di hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adarê de li navçeya Curnê Res a Rihayê, DEM Partiyê ji sedî 33,2yê dengan û AK Partiyê ji sedî 30,72yê dengan bi dest xistibûn.

Piştî hejmartin bi dawî bû û girtename hatin nivîsandin hejmarek endam û alîgirên AK Partiyê 2 sindoq tevî dengan şewitandin.

Piştî wê jî li ser daxwaza AK Partiyê Komîsyona Hilbijartinê hilbijartin betal kirin û biryar da hilbijartin 2yê Hezîrana 2024an werin dubarekirin.

 

Top