• Friday, 13 February 2026
logo

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê red dike ku destê Amerîkayê di bûyerê ketina helîkoptera Reîsî de hebe

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê red dike ku destê Amerîkayê di bûyerê ketina helîkoptera Reîsî de hebe

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê tekez dike ku bi çi awayan destê Amerîkayê di bûyera helîkoptera Serokê Îranê û şandeya li gel de tine.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin di civîneke çapemeniyê de ragehand, “Amerîkayê çi rol di wê rûdanê de nebû”.

Lloyd Austin bersiva wan tometên Îranê da û got, “Ez guh nadim wê yekê ka ew çi dibêjin û kê tawanbar dikin, divê lêkolînan bikin ji bo ku sedema wê rûdanê bizanin”.

Navborî di beşeke din a gotinên xwe de diyar kir: “Dibe ku şkestina mekanîk, şaşîtiya balafirvanî an yek ji wan mijaran bibe sedemê bûyerê”.

Lloyd Austin diyar kir:  “Em gelek xemgîn in”. Austin herwaha red kir ku di vê demê de behsa rewşa hêzên Amerîkayê bike ka gelo piştî wê rûdanê guhertin dê bi ser de bên an na.

Pêştir Wezîrê Derve yê Îranê yê berê Mihemed Cewad Zerîf ragehandibû Amerîka li ser karesata ketina wê helîkopterê berpirsyar e, ji ber rêgirtina li firotina balafir û parçeyên zêde ji bo Îranê.

 

Basnews

Top