Li Kerkûkê careke din agir bi berhemên cotkaran ketiye
Careke din li sînorê parêzgeha Kerkûkê agir bi berhemên cotkaran ket û sedema agir girtinê hat aşkerakirin.
Îro 20.05.2024, çapemeniyên Iraqê ragehandine ku li sînorê çavçeya Payçê ya ser bi Kerkûkê agir li 30 donim genimê çandî yê cotkaran ketiye û tevahiya berhemên wan cotkaran şewitiye.
Herwaha hatiye aşkera kirin, ji ber ku hêzeke artêşa Iraqê mijûlî perwerdê bûye û di wê demê de gule avêtine û ji ber gule avêtina wan, agir bi zeviyan ketiye û bûye sedema şewitandina genimên cotkaran.
Eve di demekî deye ku duh ji ber sedemeke nediyar li devera Mela Ebdullah a parêzgeha Kerkûkê agir bi berhemên cotkaran ket û di encamê de ziyanên madî çêbûn.
