• Friday, 13 February 2026
logo

Bav û kurê xwe di çemê Çomanê de xeniqîn

Bav û kurê xwe di çemê Çomanê de xeniqîn

Bav û kurê xwe li gel endamên malbata xwe bi armanca geşt û seyranê berê xwe dabûn sînorê qeza Çomanê û ew bav û kur di çem de xeniqîn. Berevaniya Şaristaniyê li ser bûyerê zanyarî aşkera kirin.

Berdevkê rêveberiya berevaniya şaristaniya Soran Raîd Rewend Mexdîd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 17.05.2024ê piştî nîvro em hatin agahdarkirin ku kur û bavê xwe ketine çemê qeza Çomanê yê li sînorê nahyeya Gelale û xeniqîne. Termê bav ji çem hate derxistin û ji bijîşkê dadî re hat şandin, lê lêgerîna termê kurê wî jî hîn berdewam dike.’’

Herwaha got: ‘’Ew bav û kurê ku çemê Çomanê de xeniqîne xelkê nahyeya Behrke ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ne û bi armanca geşt û seyranê berê xwe dabûn navçeyê. Li gor zanyariyan destpêkê kur ketiye çem û bavê wî jî hewl daye wî rizgar bike, lê mixabin herdu jî xeniqîn.’’

 

Basnews

Top