• Friday, 13 February 2026
logo

Malpera Dadgeha Federalî naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û Dadwer Casim Mihemed Ebûd parve dike

Malpera Dadgeha Federalî naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û Dadwer Casim Mihemed Ebûd parve dike

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Dadgeha Federalî ya Îraqê li Bexdayê dicivin û danûstandinan li ser giringiya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û tevlîbûna tevaya aliyan tê de dikin.

Malpera Dadgeha Federalî ya Îraqê îro (Sêşem, 14.05.2024) ragehandinek belav kir ku tê de hatiye, “Serokê Dadgeha Federalî Casim Mihemed Ebûd Humadî li nivîsîngeha xwe li Bexdayê pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir”.

Malpera Dadgeha Federalî amaje jî daye, “Her du aliyan di hevdîtinekê de danûstandin li ser çend pirsên giring ên girêdayî Herêma Kurdistanê kirin, wekî mijara hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û giringiya tevlîbûna berfireh a hemî aliyan û danana çarçoveyeke tevgir ji bo bicihanîna dadperweriyê”.

Pêştir Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab di ragehandinekê de amaje dabû, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Sêşem, 14.05.2024) serdana Bexdayê dike”.

Dilşad Şehab di derheqa bernameya serdana Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê de jî ragehandibû, “Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re dicive û danûstandinan li ser peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û pirsên hevpar dikin”.

 

K24

Top