Austiraliya ceza da çend rayedarên leşkerî yên Îranê
Dibêje ev kesên han metirsîne bo asayîşa cîhanê.
Hikûmeta Austiraliyayê daxuyanik belav kiriye û têde behsa ceza kirina wezîrê berevanî yê Îranê Mihemed Reza Aştiyanî, Fermandarê spaha Qudis Îsmaîl Qaanî û çend rayedarên din yên leşkerî yên Îranê kiriye.
Di daxuyaniya hikûmeta Austiraliyayê de hatiye diyarkirin ku, kesên navhatî metirsiyeke gelek mezinin bo ser asayîşa cîhan û deverê lewre ji aliyê hikûmeta Avustiraliyayê ve rixmî ku, hatine cezakirin hevdem rastî dorpêçên dijwar yên vê welatî jî hatine.
