• Friday, 13 February 2026
logo

Çekdarên PKKê binkeyekî PDK-Sê li Qamişlo şewitandin

Çekdarên PKKê binkeyekî PDK-Sê li Qamişlo şewitandin

Îro 14.05.2024ê çapemeniya Rojavayê Kurdistanê ragehand, çekdarên Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) ku baskê PKKê yê Rojavayê Kurdistanê ye, binkeyekî Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye (PDK-S)ê li Qamişlo şewitandin.

Vê derbarê de endamê lijneya navendî yê PDK-Sê Nafi Ebdula ragehand, rêxistina Ciwanên Şoreşger a ser bi PYDê avêtine ser binkeyekî partiya me ya li bajarê Qamişlo û piraniya amûrên di nav wî binkeyî de dizîne û piştre jî agir berdane binkeyê PDK-Sê.

Herwaha derbarê ku çekdarên ser bi PYDê ev gelek caran binkeyên PDK-Sê dişewitînin de jî berpirsê PDK-Sê got; Herçend Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê ew kiryar şermezar kirin jî, lê ew her şewitandina binkeyên me berdewam dikin.

 

Basnews

Top