Otobuseke xwendekaran li ser rêya Kifrî-Kelarê qulibî: 4 xwendekaran canê xwe jidest dan
Li ser rêya Kifrî - Kelarê îro piştî nîvro otobusa xwendekaran qulibî, 11 xwendekar bûn qurbanî.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê li Germiyanê, otobusa ku xwendekarên keç ên lîseyê bi mebesta geşteke zanistî ji Kelarê biribûn Kifriyê û di dema vegerê de qulibî.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, di bûyerê de 4 xwendekaran canê xwe jidest dan û 7 xwendekar jî birîndar bûn û bo nexweşxaneya Kelarê hatin rakirin.
