• Friday, 13 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel Serokkomarê Îraqê civiya

Serok Barzanî li gel Serokkomarê Îraqê      civiya

Behsa rewşa Îraq û deverê hate kirin.

Îro Serok Barzanî pêşwaziya Serokkomarê Îraq federalî Ebduletîf Reşîd kir.

Di civînê de her du aliyan nêrînên xwe yên derbarê rewşa siyasî ya Îraqê, herêmê û deverê diyar kirin û balkêşandine ser astengiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê.

Her di vê civînê de her du aliyan tekez li ser diyalog û hemahengî û karên hevbeş kirin bo çareser kirina kêşeyên heyî û bihêztir kirina têkiliyên navbera her du hikûmetên herêmê û hikûmeta federalî ya Îraqê.

 

 

Top