• Friday, 13 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştevaniya hikûmetê bo binkeya Laleşê tekez dike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştevaniya hikûmetê bo binkeya Laleşê tekez dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 31 saliya damezrandina Bingeha Laleşê ya Rewşenbîrî peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de ragihand, “Hêvîdar im Bingeha Laleşê berdewam be di xizmetkirina çanda resen a Kurdî û pêşxistina dab û nerîtên civaka Êzidî û canê biratî û pêkvejiyanê di navbera hemû pêkhateyên Kurdistanê de.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi helkefta 31 saliya damezrandina Bingeha Laleşê ya Rewşenbîrî û Civakî, pîrozbahiyê li Serok û endamên Komîteya Bilind û hemû xwişk û birayên Êzidî dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.”

Herwiha got: “Hêvîdar im Bingeha Laleşê berdewam be di xizmetkirina çanda resen a Kurdî û pêşxistina dab û nerîtên civaka Êzidî û canê biratî û pêkvejiyanê di navbera hemû pêkhateyên Kurdistanê de.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir: “Bi vê hilkeftê, em piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Bingeha Laleşî û mafên xwişk û birayên Êzîdî bi giştî tekez dikin.”

K24

 

Top