• Thursday, 12 February 2026
logo

Serok Barzanî bi helkefta hatina Cejna Cemaya Êzîdiyan Peyama pîrozbahiyê belavkir

Gulan Media October 6, 2019 Nûçe
Serok Barzanî bi helkefta hatina Cejna Cemaya Êzîdiyan Peyama pîrozbahiyê belavkir
Serok Barzanî: Bi helkefta hatina cejna Cemaya Êzîdiyan pîrozbahiyê li xuşk û birayên Êzîdiyên Kurdistan û hemû cîhanê dikim.

Peyama Serok Barzanî wihaye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Cemaya Êzîdiyan pîrozbahiyê li xuşk û birayên Êzîdiyên Kurdistan û hemû cîhanê dikim. Hêviya ewe dixwazim ku xuşk û birayên me yên Êzîdî hemû cejn û xweşiyên xwe li keşêkî aram û pir bi bexteweriyê de birêbikin û dawî bi wan êş û azaran bê ku li salên derbasbûyî da bi sedema zulma terorîstan kişandibûn.

Li vê boneyê da ji bilî tekez kirina li ser pabendbûna xwe ya bi hemû bingehên pêkvejiyana olî û neteweyî li Kurdistanê bi pêwîst jî dizanim carekî din piştevaniya xwe ji bo daxwaz û mafên rewaya xuşk û birayên Êzîdiyan rabigihînim û hêviya jiyanekî aştiyane û bexteweriyê ji bo we dixwazim.

Cejna we pîroz û bimînin bi xêr û xweşiyê da

Mesûd Barzanî
05.10.2019

Waar.tv
Top