Mazlûm Kobanî: Metirsiyeke mezin li Kampa Holê heye
Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî, derbarê rewşa Kampa Holê ya koçberan a li parêzgeha Heseke ya Rojavayê Kurdistanê, aşkere kir ku metirsiyeke cidî li Kampa Holê heye.
Mazlûm Kobanî ji medyayeke amerîkî re ragihandiye ku ew dikarin ewlekariya kampê bigirin û diyar kiriye, lêbelê ji ber ku derfetên wan kêm in, di kampê de DAIŞ mijûlî xwebirêxistinkirinê ye. General Kobanî gotiye, “Em nikarin ji sedî 100 kampê kontrol bikin û rewş cihê metirsiyê ye.”
Fermandarê HSDê herwiha daxwaz ji welatên cîhanê jî kiriye ku wan çekdarên DAIŞê û jin û zarokên malbatên wan çekdaran werbigirin û diyar kiriye ku piraniya welatan naxwazin wan çekdar û malbatên wan werbigirin.
Li Kampa Holê ya koçberan nêzikî 70 hezar kes dijîn ku piraniya wan ji hevjîn û zarokên çekdarên DAIŞê pêk tên.
General Mazlûm Kobanî jî dibêje, ji wan 70 hezaran zêdetirî 30 hezar kes endam û alîgirên DAIŞê ne li kampê û dibêje, “Heta dawîn demjimêra şer jî li Bxozê li jêr desthilata DAIŞê mabûn.”
Kampa Holê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye vekirin û di destpêkê de koçberên ku ji ber şer û aloziyên li Sûriyê ji cih û warên xwe direviyan, lê dihatin nîştecihkiirn, lê piştî şerê Baxozê û şikesta temam a DAIŞê, malbatên çekdarên wê rêxistinê li wê kampê hatine bicihkirin.
Rudaw
