• Saturday, 14 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî serexweşiyê li malbata Kameran Xefaf dike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî serexweşiyê li malbata Kameran Xefaf dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di behînameyekê de radigehîne, “Bi mixabinî ve nûçeyê wexerkirina medyakarê navdar ê Kurdistanê Kameran Xefaf gehişt min”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 02.05.2024) behînameyek ji bo koça dawiyê ya medyakarê navdar ê Kurdistanê Kameran Xefaf belav kir ku tê de nivîsiye, “Xudêjêrazî kesatiyekî welatperwer û rojnamevanekî bihelwest bû”.

Herwesa di behînameya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hatiye, “Ez serexweşiyê li binemala wî ya rêzdar û kesûkar û hevalên wî dikim û ez hevparê xema wan im”.

 

Behînameya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Bi mixabinî ve nûçeyê wexerkirina medyakarê navdar ê Kurdistanê Kameran Xefaf gehişt min. Xudêjêrazî kesatiyekî welatperwer û rojnamevanekî bihelwest bû. Ez serexweşiyê li binemala wî ya rêzdar û kesûkar û hevalên wî dikim û ez hevparê xema wan im.

Xudayê mezin canê wî bi behişta berîn şa bike û sebr û hedarê bi hemî aliyan jî bide.

 

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

 

K24

Top