• Saturday, 14 February 2026
logo

Sê girtiyên kurd hatin darvekirin

Sê girtiyên kurd hatin darvekirin

Li gor zanyariyan îro 01.05.2024ê sê girtiyên kurd ên bi navê Enwer Xizrî, Mecîd Beratî û Ferzad Gerawend li girtîgeha Qizilhezar a Kerecê hatin darvekirin.

Cezayê darvekirinê yê Enwer Xizrî ku girtiyê mezhebî yê kurd û xelkê Mehabadê ye, piştî 15 sal girtî mayînê li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê hat cîhbicîhkirin. Di heyema çend mehên borî de cezayê darvekirinê yê Dawûd Ebdulahî, Qasim Abeste, Ferhat Selîmî û Eyûb … çar girtiyên din ên heman dosyayê de hatibûn girtin ew jî hatibûn darvekirin û cezayê wan hatibû cîhbicîh kirin.

Komeleya Mafê Mirovan a Hengaw ragehand, Enwer Xizrî roja berî naha bi armanca ciîhbicîh kirina cezayê darvekirinê ji bo odeya takekesî hatibû veguhestin û malbata wî bi armanca hevdîtina dawiyê li gel pêkbîne ji Mehabadê çûn Kerecê, lê nekarîn hevdîtina dawî li gel bikin.

Herwaha cezayê darvekirinê yê du girtiyên din ên xelkê Koyeşt û bi navên Mecîd Beratî yê temen 34 sal û Ferzad Gerawend jî li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê hatin cîhbicîh kirin.

Ew herdu girtî ku 7 sal berî naha bi tometa peywendiya wan bi madeyên hişber ve hebûye hatibûn girtin û cezayê darvekirinê li ser wan hatibû sepandin.

 

Basnews

Top