Serok Barzanî bi boneya koça dawî ya Selah Refîq peyamekî serxweşiyê belav kir
Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya Selah Refîq peyamekî serxweşiyê belav kir û ragehand: ‘’Xwedê jê razî Selah Refîq wek leşkerekî winda xizmeteke zêde ji doza rewa ya gelê xwe re kiriye.’’
Îro 01.05.2024ê Serok Barzanî peyamekî serxweşiyê ji ber koça dawî ya Selah Refîq belav kir û ragehand: ‘’Bi xemeke mezin me nûçeya koça dawî ya Selah Refîq Rewandizî bîhîst. Serxweşiyê li malbat û merivên xwedê jê razî yên Selah Refîq û heval û hevçeperên wî dikim û xwe şirîkê xema wan dizanim.’’
Serok Barzanî got: ‘’Xwedê jê razî Selah Refîq kesayetekî niştimanperwer û Pêşmergeyê westandinê nizane û tekoşerekî kevin û şoreşa Îlonê bû, ku wek leşkerekî winda xizmeteke mezin ji bo doza rewa ya gelê xwe kiriye. Ji xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê xwedê jê razî bi beheşta xwe şad bike û sebr û aramiyê bide hemû aliyekî.’’
