• Saturday, 14 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Em tevahiya mafên Karkeran diparêzin

Mesrûr Barzanî: Em tevahiya mafên Karkeran diparêzin

Jiber 1ê Gulanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî Karkeran kiriye.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta 1ê Gulanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kiriye ku, naveroka peyamê wisaye;

Bi minasebeta roja cîhaniya Karkeran, pîrozbayî li tevahiya Karkerên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim, erk û rola berçav ya Karkerên Kurdistanê ya di warê avedankirin û pêşxistina abûriya Kurdistanê de bilind dinirxînin.

Bi vê minasebeta han pêbendiya hikûmeta herêma Kurdistanê ya bo baştir kirina jiyana Karkeran û parastina mafên wan bi taybetî di warê tendirostî, selametiya pîşeyî û dabîn kirina mafên wan yên bingehîn dubare dikin.

Roja cîhaniya Karkeran pîroz be û hêviya jiyaneke şayiste û baştir bo wan dixwazim.

 

Top