• Saturday, 14 February 2026
logo

Serok Barzanî serî li ciwanên Rojavayê da

Serok Barzanî serî li ciwanên Rojavayê da

Li devera Barzanî kempeke torîstîkî çê kirin.

Duhê sêşemê Serok Barzanî serdana kempa ciwanên Rojavayê Kurdistanê kir yaku, li devera Barzanî bi mebesta torîstîkî hatiye avakirin.

Ev kempa han di çarçoveya kempîna dezgeha xêrxwaziya Barzanî bo geşe pêdana karîna ciwanan hatiye avakirin û vê ciwanên rojavayî çend rojan di vê kempê de bimînin û hem di warên curbicur de zaniyariyên curbicur bidest bixin û him jî weke torîst serdana cîhên curbicur yên vê navçeyê bikin.

Her di çarçoveya vê kempê de vê gerên demkurt yên perwerdehiyê jî werin organîzekirin.

 

Top