Polonya: Em dixwazin peyvendiyên aborî yên bihêz me li gel herêma Kurdistanê hebe!
Ew şandeya bazirganiyê pêkhatiye li Andrejei Arendarsky ku serokê odeya bazirganiya Polonyaye û herwaha serokê wê şandeyê ye û Donata Swika Ebdrjeyvska ku şêwirmenda wezîrê darayî û aborî ya Polonya ye û li gel 12 nûnerên hilberîn û 8 şîrketên Polonyayî ve beşdarî li pêşengahê kirine.
Şêwirmenda wezîrê darayî û aborî ya Polonya Donata Swika Ebdrjeyvska ji basnewsê re ragehand: ‘’Armanca serdana me ava kirina peyvendiyên aborî yên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û Polonya ye. derveyî wê jî Polonya dixwaze hilberîna zêdetir li herêma Kurdistanê bike û di hemû waran de, wek warên wuze, tiştên xwarinê û çandî de jî’’
Herwaha got: ‘’Di vê serdanê de şandeya Polonya û hilberînerên wê beşdarî kirin di pêşangeha navnetewî ya Hewlêrê û şandeyekî taybet a bazirgan û hilberînerên Polonyayê jî têde ye. herwaha plan hatiye danîn bo ku sala pêş hejmarek bazirganên kurd bên Polonyayê û ew hemahengiya bazirganî ber bi pêş ve biçe.
Basnews
