• Thursday, 12 February 2026
logo

Yûnan dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir bike

Gulan Media September 30, 2019 Nûçe
Yûnan dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir bike
Yûnan dibêje Kurdistan bo me gelek girînge
Serokwezîrê Kurdistanê û Balyozê Yûnanê yê li Îraqê civiyan û di civînê de her du alî behsa çend mijaran kir û Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;

Îro yekşem 29ê Îlonê me pêşwaziya Balyozê Yûnanê yê li Îraqê Leonidas Kontovounesios kir.

Di civînê de hevdem li gel giftûgo kirin li ser geşe pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Yûnanê, me behsa vê yekê kir ku kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê derfeteke baş bo hêlbirênerên biyanî li herêma Kurdistanê de diafirêne.

Ji aliyê xwe ve balyozê Yûnanê jî weke faktereke gelek girîng y abo aramiya deverê behsa rola herêma Kurdistanê kir.
Top