• Thursday, 12 February 2026
logo

Hêzên ewlekariyê stranên Kurdî li Batmanê qedexe dikin

Gulan Media September 29, 2019 Nûçe
Hêzên ewlekariyê stranên Kurdî li Batmanê qedexe dikin
Hunermendê Kurd Dodan Ozer dema li kafeyeke Batmanê konsertek dida û stranên Kurdî distra, hêzên ewlehiyê yên Batmanê bi ser konserta wî de girt.

Li gor medyaya Tirkiyê, Hêzên ewlekariyê ya Batmanê mîkrofona hunermend Dodan Ozerî bi darê zorê ji destê wî standine û nehiştine stranên Kurdî bibêje. Endamekî ji hêzên ewlekariyê ji Dodan Ozer re gotiye: li Batmanê stranên Kurdî qedexe ye.

Parlementerê CHPê Sezgîn Tanrikulu nerazîbûneke tUnd dijî vê bûyerê nîşan da û diyar kir, ewê strana kU li Batmanê hatiye qedexekirin, ji ser kursiya Parlementoya Tirkiyê bibêje.

Stranbêjê Kurd Dodan Ozer di pêşbirkeke strangotinê de bûbû yekemînê Tirkiyê.

K24
Top