Berpirsekî Gorran: YNK xwedî şîrketên mezin û pareyekî zêde ye û pirsgirêka wan a darayî tine!
Piştî ku heftiya borî hat ragehandin kanalên televîzyona Kurdsat û çend kanal û malperekî din ên YNKê ji ber pirsgirêka darayî hatine daxistin û ji ber wê jî Şanaz Îbrahîm Ehmed gotarek tund nivîsand.
Endamê Civata Giştî ya Tevgera Gorran Xelîl Serkanî vê derbarê de ji basnewsê re ragehand, YNKê pirsgirêka wê ya pare tine û got: ‘’YNK xwedî pare û şîrketên pir mezin e.’’
Herwaha neveşart ku pirsgirêka nav YNKê û hebûna milmilaneya zêde û hev dayîna aliyekî heye û ji ber wê jî dûr nîne ku daxistina wan kanalan beşeke ji wê milmilaneyê.
Li gor baweriya wî rêveberê Gorran, bi taybet berpirsê komîteya rêxistina derve ya YNKê Şanaz Îbrahîm Ehmed xwedî pareyekî mezin e û Şanaz Îbrahîm bixwe dikare pareyê kanalan bide.’’
Şanaz Îbrahîm Ehmed di wê nivîsa xwe de gef xwaribûn ku dê gelek babetan aşkera bike, nav wan de jî diyar nemana mûçeyê Sekreterê giştî yê YNKê ku wefat kiriye Mam Celal jî hebû. Herwaha ragehandibû ku mehane hin caran wek xêr û sedeqe pareyê kanalên televîzyonê dabîn kiriye.
Basnews
