• Thursday, 12 February 2026
logo

Walîtiya Agirî Ehmedê Xanî bi grûba muzikî ya Tirkî Kolpa bibîr tîne

Gulan Media September 29, 2019 Nûçe
Walîtiya Agirî Ehmedê Xanî bi grûba muzikî ya Tirkî Kolpa bibîr tîne
Li bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê îsal 3yemîn Festîvala Çand, Geştyar û Hunerê ya Ehmedê Xanî dê bê sazkirin. Herwiha biryar e di çarçoveya festîvalê de koma muzîkê Kolpa jî dê konserekê bide.

Waliyê Agiriyê Suleyman Elban di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku festîval dê di navbera 3-5ê Cotmehê de çêbibe û ji bo wê amadehî tên kirin.

Suleyman Elban Elban got armanca wan ew e ku manewiyata Ehmedê Xanî bigîhîje nifşên nû û wiha axivî: "Ji bo ku alimê Îslamê Hezretî Ehmedê Xanî li giştiyê welêt bê bibîranîn, fikr û baweriyê bigîhîje nifşên nû Walîtiya me di navbera 3-5ê Cotmehê de dê 3yemîn Festîvala Çand, Geştyarî û Hunerê ya Ehmedê Xanî li dar bixe. Em dê festîvalê li ber Tirba Ehmedê Xanî bi mewlîda şerîf bidin destpêkirin.”

Elban der barê çalakiyan da got ew dê li Qesra Îshaq Paşa çêbibin, di stantên bên avakirin de jî hosteyên hunerên destan dê hunera xwe nîşan bidin, konser jî wê çêbibin.

Walî Agirî herwiha diyar kir ku roja ewil dengbêj dê kilaman bibêjin, ji bo ku ciwan jî eleqeyê nîşanî festîvalê bidin koma muzîkê Kolpa jî dê konserekî bide.

Ji bilî vê Elban anî ziman Orkestraya Muzîkên Yeşîlçamê ya ku ji hêla Zanîngeha Îbrahîm Çeçenê ve hatiye avakirin jî dê stranan bibêje, îlahî dê bên xwendin, xwarin û vexwarin dê bê belavkirin.

Elban da zanîn ku bi alîkariya Zanîngeha Îbrahîm Çeçen sempozyumek dê bê lidarxistin, ji hundir û dervayî welêt 150 akademîsyen dê beşdarî sempozyumê bibin.

Ev festîval di demekê de ye ku li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên ewlkariyê tevahiya çalakiyên ku aliyên nêzîkî hikûmetê saz dikin hatine qedexekirin.

Rudaw
Top