CHPê dîsa xwe ji mijara Kurdan dûrxist
Ji konferansa CHP pêşniyaza destpêkirina diyaloga di navbera Enqere û Şamê de derket. CHP li Stenbolê bi sernavê ‘Li Sûriye Deriyê ku li Aştiyê Vedibe’ konferanseke navdewletî saz kir. Ji gelek welatan pispor û akademisyanan gotar pêşkêş kirin. Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu da zanîn ku divê Enqere digel Şamê dest bi danûstandinan bike. Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî bal kişand ser kêşeyên penaberan.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû got: “Mixabin mijara penaberan heta niha di bernameya hikumetê de pir cîh negirt. Em vê mijarê weke mijarêke lezgîn bin av dikin û di roja ewil de ku em hatin ser kar me li ser vê mijarê dest bi kar kiriye. Em dixwazin bi wijdan û hesta xwe ya dadê bi rêbazeke zanistî çareseriyekê ji vê mijarê re bibînin.”
Cîgirê Serokê CHP Erdogan Toprak diyar kir ku ew konferans derfetekbû daku hemû aliyên siyasî yên li Sûriye beşdar bibin û daxwazên xwe bînin ziman û got: “Daxwaza me jî ew bû ku herkes beşdar bibe û daxwazên xwe bîne ziman. Lê ji ber mercan û hin bûyerên derveyî me hin mêvanên me nikarîn beşdariyê li vê kanferansê bikin.”
Ji bo konferansê hemû aliyên siyasî yên li Sûriye û hikumeta wî welatî jî hatibû vexwendin. Lê ji hikumeta Sûriye ti kes beşdar nebû. Aliyên siyasî jî pir eleqe bi konferansê nedan. Tevî ku CHP bang li hemû aliyên din kiribû jî PYD û ti saziyeke din a Kurdan nehate vexwendin. Di hemû panêl û gotaran de jî polîtîkayên Tirkiye yên di derbarê mijara Sûriye de bi tundî hatin rexnekirin.
Derbarê konferansê de Şêwirmendê Serokê CHPê Mûrat Karayalçin jî got: “Hewla me ew e ku em wê peyamê bidin da ku em ligel hemû aliyên siyasî, rewa, bi hêz û xwedî gotinin ku ew li Sûriye hene. Em nîqaşên pir qolî li vir bikin. Hêviya min ew e ku peyamên ku ji vir derkevin jî ewê sûdê bidin hikûmeta Tirkiye û gelek aliyên din ên siyasî ku li herêmê hene.”
Veguhestina koçberan bo Rojavayê Kurdistanê di konferansê de weke guherandina demografî hate bi navkirin û amaje hate pêden ku ew rêbazeke di cih de nîne. Hin beşdarên konferansê jî nebûna Kurdan di dîdarî û lûtkeyên wiha de weke kêşeyeke mezin binav kirin. Li gor agahiyan eger heye ku di demên pêş de CHP şandekê bişîne Şamê û xebatên xwe ya li ser mijara Sûriye kûrtir û firehtir bike.
Rudaw
