Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Qeterê yê li Iraqê kir
Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî, derbarê hevdîtinê de daxuyaniya hatiye dayîn waha ye:
Roja şemî 28.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Xalîd Hemed El Silîtî Balyozê Qeter li Iraqê kir.
Li vê hevdîtinê de Balyozê Qeter li Iraqê pêzanînên xwe ji bo wan pêşveçûnên li Herêma Kurdistanê da li warê aborî û geşbûnê pêkhatine hebû û tekez jî li ser daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Qeter û Herêma Kurdistanê kir.
Basnews
