Aliyên Kurdistanî li ser lîsteyeke hevbeş li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî rêkeftin
Îro civîna aliyên siyasî yên yên Herêma Kurdistanê li Encûmena Serkirdatiya PDKê li Hewlêrê birêve diçe, Peyamnêrê K24ê da zanîn, lîsta hevbeş ya aliyên Kurdistanî li her 4 parêzgehan dibe bi navê (Hevpeymaniya Kurdistanê) dibe.
Peyamnêrê me da zanîn jî, guftûgoya di navbera aliyên siyasî de berdewam e û axaftin li ser reng û şêweya logoya lîsta (Hevpeymaniya Kurdistanî) dibe.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, aliyên siyasî di demeke nêzîk de guftûgo bi aliyên Iraqî re dikin, ji bo asayîkirina rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê berî dema hilbijartinên encûmena parêzgehan.
Herwiha aliyên Kurdistanî daxwaz dikin, yasaya hilbijartina encûmena parêzgehan bê serastkirin, ji bo welatiyên Kurd ên ji navçeyên xwe derbider bûne ji dengdanê bêpar nebin.
Biryar e roja 1ê Nîsana 2020an hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê birêve biçe.
Basnews
