• Thursday, 12 February 2026
logo

Kiliçdaroglu: Şerê Tirkiyê li Sûriyê rewa ye

Gulan Media September 28, 2019 Nûçe
Kiliçdaroglu: Şerê Tirkiyê li Sûriyê rewa ye
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu radigihîne, şerê Tirkiyê yê li dijî terorê li Sûriyê dike rewa ye û ew jê bawer dikin.

“Konferansa Sûriyê ya Navnetewî” bi axaftina Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu destpê kir û Serokê CHPê ragihand, ew bi vê konferansê dixwazin aramî û aştiyê bînin Sûriyê û pêwendiyên Enqere û Şamê careke din baş bikin.

Kiliçdaroglu herwiha ragihand, Tirkiye ji bo ewlekariya xwe, li Sûriyê şerê terorê dike û ev şer rewa ye.

Partiya Gel a Komarê (CHP) di derbarê çareseriya pirsa Sûriyê de îro li Stenbolê konferansekê saz dike.

Di konferansê de he du aliyên rêjîm û opozîsyona Sûriyê ligel hejmarek mamosteyên zanîngehê, rojnamevan û siyasetmedar beşdar in, lê PYD û YPGê nehatine vexwandin.

K24
Top