• Thursday, 12 February 2026
logo

Pilana Erdogan ya avakirina “herêma aram” eşkere bû

Gulan Media September 28, 2019 Nûçe
Pilana Erdogan ya avakirina “herêma aram” eşkere bû
Dewleta Tirkiyê pilana xwe ya avakirina “herêma aram” li Rojavayê Kurdistanê eşkere kir.

Beşek mezin ji medyaya Tirkiyê bi taybet medyaya nêzîkî hikûmetê îro pilana dewleta Tirkiyê bo avakirina “herêma aram” li nav xaka Sûriyê-Rojavayê Kurdistanê eşkere kirin.

Li gorî agahiyên wan rojname, televîzyon û malperan, pilana Tirkiyê ya “herêma aram” wiha ye:

Dê herî kêm li wê herêmê milyonek penaberên Sûrî yên ku niha li Tirkiyê ne, bicîh bike. Bo wê jî dê li wir 140 gundan û 10 jî bajarokan çêbike. Her gundek ji 5 hezar kesan û her bajarokek jî ji 30 hezar nifûsan pêk tê. Li gundan hezar xanî û li bajarokan jî 6 hezar xanî bên çêkirin.

Dewleta Tirkiyê daye zanîn ku dê li wan gundan û bajarokan, mizgeft, nexweşxane, medrese û qutabxane û gelek navend û dezgehên din ava bike. Bûdceya avakirina herêma aram dê 23.5 milyar euro be.

Beriya niha serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotibû, eger Amerîka daxwaziyên wan bo “herêm aram” qebûl neke ewê pilana xwe bicîh bînin.

Ji aliyekî din, cîgirê serokê giştî yê CHPê Ûnal Çevîkoz li hember vê yekê nerazîbûn nîşan daye û gotiye, eger rizamendiya rêjîma Sûriyê li ser vê pilanê nebe, ev pilan tê wateya parçekirina Sûriyê û li dijî mafên mirov e jî ji ber ku welatekî biyanî bi serê xwe beşek ji nifûsa welatekî ji cihekî vediguheze cihekî din.

Basnews
Top