PDK û YNK li gel alîyên lîsta hevpişik a Kurdistanî gengeşe dikin
Duhî şandeke PDK û YNKyê bo pêkanîna lîsta hevpişik bo deverên Kurdistanî li derveyê rêvebrîya herêma Kurdistanê civîyan.
Xesrew Goran berpirsê dezgeha helbijartina PDKyê ragehand: Lîsta hevpişik parêzgehên Kerkûk, Mûsil û Dîyala ji xwe digre.
Xesro Goran got jî: Biryar Sube biryara dawîyê bihêt dan derbarê ragehandina lîsta hevpişkên alîyên Kurdî.
Xuya jî kir, emû alîyan gazî dikên bo gengeşekirina evê pirsê.
Aşkera jî kir, me li gel YNKyê ti cudahî nîne derbarê ewê lîstê û navê lîstê jî bi rawêj û rezmendîya hemû alîyan dibe.
Derbarê navê lîstê ku (Kerkûk Kurdistanî ye ) be, Xesrew Goran got: Ew yek tenê pêşnîyaz bûye û bo Kerkûkû bû, lê eger me bivêt bi lîsteka seranserî hebe, divêt navek hebe ku bo hemû deverên dabiryayî (veqetyayî) be û tevaya alîyan li ser wê navê kok û teba bin û mekteba sîyasîya alîyan li ser wê navê rêk bikevin.
Xesrew Goran aşkera kir, sube dadgeha Ithadî dê birûne li ser wê sikalaya Herêma Kurdistan dijî yasaya helbijartina Civata parêzgehen Îraqê tomarkirî.
Derbarê vegerana PDKyê jî bo Kerkûkê, Xesrew Goran ragehand: hikumetê biryar daye baregehên PDKyê li Kerkûkê vegerîne û qonaxa yekem: vegerana PDKyê ye bo Kerkkûkê. Qonaxa Dûyem radestkirina wan baregehane û qonaxa sêyem duristkirina Civata nû ya parêzgeha Kerkûkê ye.
Tezke jî kir, biryara vegerana PDKyê li ba serkiratîya PDKyê ye û ew biryara dawîyê derbarê evê yekê dide.
Herweha Xesrew Goran Hêvî xwazt Kurd di helbijartina Civata Parêzgehan de li Kerkûk û Neynewa ji dest nede û nîveya kursyan bi dest xwe ve bihîne.
Biryare di meha Nîsana sala dahatî de helbijartina Civata Parêzgehan li Îraqê birêve biçeû kurd jî daxwa dikin yasaya helbijartinê bihêt hevwarkirin.
