Erdogan: Em guh nadîn sizayên Emerîkayê û petrola Îranê dê kirrîn
Di hevpeyvînekê de bo rojnamevanan, ku kenala NTv veguhaztîye, serokê Tirkiyê Rezeb Tayîb Erdogan evro, heynîyê ragehandîye: Tirkiy ji sizayên Emerîkayê bo ser welatê xwe natirse û Enqere naxwaze hevahengîyê hevkarîyên xwe li gel komara Îslamîya Îranê ragire.
Par sal, Donald Tiramp,serokê Emerîkayê, yekalî Emerîka vekişand ji wê rêkkevtina navokî ku welatên Emerîka, Rûsya, Firansa, Birîtanîya û Emerîkayê li gel Îranê li Tîrmeha 2015yê wajû kiribûn. Dûv re jî Emerîkayê hejamreke sizayên abûrî bi ser Îranê re sepand.
Emerîkayê givaş xistîne ser kirryarên petrola Îranê û daxwaz kirîye petrolê ji Îranê nekirrin, bi vajîya vê yekê jî hevrûşî sizayên darayî û abûrîyên Waşintin dibin.
Berê jî wezîrê wize yê tirkiyê, Fatih Dunmîz ragehandibû ku Enqere berdewam dibe ji kirrîna petrol û gaza Îranê.
K24
