• Thursday, 12 February 2026
logo

Sefîn Dizeyî: Civaka navnetewî ji vegera DAIŞê nîgeran e!

Gulan Media September 26, 2019 Nûçe
Sefîn Dizeyî: Civaka navnetewî ji vegera DAIŞê nîgeran e!
Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ku endamê şanda Iraqê di civînên Civata Giştî ya Netewên Yekgirtî li New Yorkê ye ji K24ê re ragihand, wan gelek civînên erênî encam dane û di piraniya civînan de jî serokên welatan nîgeraniya xwe li hember egera serîhildana DAIŞê li navçê nîşan dane.

Aşkere kir jî, di civînan de behsa wê hat kirin, ku niha keşeke erênî di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye, ji bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkên cemidandî mane heye.

Amaje bi wê jî kir, hemû welat pêşwazî li çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya diyalogê dikin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî bi Serokkomarê Iraqa Federal Berhem Salih re di civînên Civata Giştî ya Netewên Yekgirtî de li New Yorkê beşdar in. Duhî jî bi Serokê Amerîka Donald Trump re civiyabûn.

Basnews
Top