• Thursday, 12 February 2026
logo

PDK û YNKê ji bo çend pirsên girîng îro dicivin

Gulan Media September 26, 2019 Nûçe
PDK û YNKê ji bo çend pirsên girîng îro dicivin
Biryar e îro her du polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bicivin û hilbijartina encûmena parêzgehan û pêkanîna lîsteyeke Kurd li Kerkûkê guftûgo bikin.

Endamê Polîtburoya PDKê Kakemîn Necar ji K24ê re ragihand, îro careke din herdu politburoyên PDK û YNKê dicivin û babeta sereke pêkanîna lîsteyeke Kurdî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bo hilbijartina encûmena parêzgehan guftûgo bikin.

Ji aliyekî din ve, endamê Poltburoya PDKê Cafer Êmînkî ji K24ê re ragihand, di civîna îro de, PDK û YNKê amadekariyên civîna sêalî ya di navbera PDK, YNK û Tevgera Goranê dikin, ji bo ew pirsgirêkên di kabîneya nû ya hikûmetê de mane, bi hevbeşî çareser bikin.

Top