• Thursday, 12 February 2026
logo

Başûr - Di encama êrişa firokeyên Tirkiyê de sivîlek hat kuştin û du sivîl jî birîndar bûn

Gulan Media September 26, 2019 Nûçe
Başûr - Di encama êrişa firokeyên Tirkiyê de sivîlek hat kuştin û du sivîl jî birîndar bûn
Di encama bordûmana firokeyên Tirkiyê de, du welatiyên sivîl li devera Pişder ya Başûrê Kurdistanê birîndar bûn.

Şeva borî firokeyên Tirkiyê, bi behaneya hebûna hêzên PKKê, çend gundên bintara çiyayê Qendîl li devera Pişder ya Başûrê Kurdistanê bordûman kirin.

Li gorî agahiyên BasNewsê, di encama wê êrişê de du welatiyên sivîl birîndar bûn.

Ew kesên ku birîndar bûne, xelkê gundê Zêwke ne û navê yekê Umer Kuwêxe Ebdullah e û navê yê din jî Dîlman Resûl Ebdullah e.

Ji bilî ziyana canî, ziyanek mezin jî gihîştiye deverê û beşek ji xelkê ji tirsa bordûmanê ji malên xwe derketine.

Duhî li devera Çemankê ya Amêdiyê jî xortekî 20 salî di encama êrişa firokeyên Tirkiyê de canê xwe ji dest da.

Basnews
Top