• Thursday, 12 February 2026
logo

Rojhilat – Li Ormiyê di rojekê de çar girtiyên kurd hatin bidarvekirin!

Gulan Media September 26, 2019 Nûçe
Rojhilat – Li Ormiyê di rojekê de çar girtiyên kurd hatin bidarvekirin!
Li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, çar girtiyên kurd hatin bidarvekirin.

Duhî çar girtiyên kurd, ku hemû bi tohmeta bazirganîkirin û bikaranîna madeyên hişber hatibûn girtin û bi îdamê hatibûn mehkûmkirin, ji girtîgeha Ormiyê hatibûn derxistin û derbasî cihê îdamê hatibûn kirin.

Li gorî agahiyên Hengawê, ji wan girtiyan 3 kes hatin îdamkirin, girtiyê din dîsa vegerandin girtîgehê.

Ewên ku hatine îdamkirin, ev in:

Reûf Azadîxah, 39 salî û xelkê gundê Dizêya Mirgever

Îbrahîm Mihemedpûr, xelkê gundê Dizêya Mirgever

Şabedîn Ehmedîpûr, xelkê Ormiyê

Ewê ku nehatiye îdamkirin jî, xelkê Serdeştê ye û navê wî jî Hisên Sirûrî ye.

Duh danê sibê jî girtiyekî kurd bi navê Elî Ilmîzade hatibû îdamkirin. Sûcê wî jî bazirganîkirin û bikaranîna madeyên hişber bûye. Ew welatiyê kurd jî xelkê gundê Şîrnê yê Selmasê bû.

Basnews
Top