Netanyahu bersiva Erdogan da: Tu qatilê kurdan î!
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, duhî di civîna civata giştî ya NY de li New Yorkê, êrişî Îsraîl kir û ew welat bi dagîrkirina Filistînê û serkutkirina Filistîniyan tohmetbar kir.
Serokwezîrê Îsraîl, Binyamîn Netanyahu, ku îsal ji ber hilbijartinan neçûye civîna NY, li ser twîttera xwe bersiva Erdogan da.
Netanyahu anî ziman ku Erdogan derewan dike ji ber ku ew kesê ku kurdan komkuj dike û komkujiya ermeniyan jî înkar dike, nikare dersa exlaq bide Îsraîl. Erdogan kesekî derewîn e.
Heta niha gelek caran Erdogan û Netanyahu bi vî rengî xeber gotine hev. Her carê jî Erdogan heman tiştan dibêje, Netanyahu jî heman bersivê dide.
Basnews
