• Thursday, 12 February 2026
logo

Rêwaz Fayiq: Referandum mafekî xwezayî yê gelê Kurdistanê ye

Gulan Media September 25, 2019 Nûçe
Rêwaz Fayiq: Referandum mafekî xwezayî yê gelê Kurdistanê ye
Seroka Perlamana Kurdistanê Rêwaz Fayiq bi boneya encamdana referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê ragihand, daxwaza gelê Kurdistanê daxwazeke xwezayî ye û mafê hemû gelan e.

Di destpêka civîna îro ya Perlemana Kurdistanê de Rêwaz Fayiq ragihand, “Mafê çarenivîsî, mafê ezelî yê her neteweyekê ye û di peymanên navdewletî de wek mafekî seretayî yê gelan hatiye naskirin, lê civaka navdewletî û hin dostên Herêma Kurdistanê pêşî lê hate girtin.”

Ragihand jî, “Hêzên têkoşer ên Kurdistanê bi dehan salan ji bo wê armancê têdikoşin û çendîn gencên vî miletî jî giyanên xwe ji bo bexşandine.”

Seroka Pelemana Kurdistanê ligel rexnegirtina li karvedana Iraq û civaka navdewletî derbarê referandumê de, got: “Her çend e encamên rapirsiyê bandora wê ya mezin li her aliyekî hebû, ta niha jî bandorên wê berdewam in, lê bijardeya gelan bo biryarê li çarenivîsa xwe bidin, mafekî xwezayî ye û ne li dijî yasayên navdewletî ye.”

Seroka Perlemana Kurdistanê Rêwaz Fayiq amaje bi wê jî da, ji niha ve gelê Kurdistanê daxwaza maf û destkeftên xwe yên darayî li gor destûrê ji Iraqê dike.

K24
Top