Trump û Berhem Salih tekezî li parastina serweriya Iraqê kirin
Li gor daxuyaniya Serokomariya Iraqê, di civînê de Berhem Salih behsa parastina serweriya Iraqê, hemahengiya wê li gel welatên cîran bo cîgiriya aramiyê li rojhilata navîn kir û ragihand ku Iraq di qonaxa avedankirinê de ye.
Serokomariya Iraqê ragihandiye, Berhem Salih tekezî li giringiya wan guhertinan kir ku di warên cuda cuda de li Iraqê çê dibin, herwiha behsa pêwîstiya piştevaniya li aramî û seqamgîriya li Iraqê kir.
Salih herwiha amaje bi giringiya temamkirina serkeftina bi ser terorê de jî, bi rêya dubare avedankirin û avakirina Iraqê kiriye.
Di civînê de, Serokomarê Iraqê behsa giringiya aramkirina rewşê li navçeyê û dûrketina ji aloziyan, bi armanca bicihkirina ewlehî û tenahiyê li navçeyê kir.
Berhem Salih di beşeke din a hevdîtinê de ragihandiye, ku piştî nemana DAIŞê, niha dema avakirina Iraqê ye û ew hêvî dikin ku bi hevkariya Amerîkayê û civaka navdewletî, dest bi wê qonaxê bikin.
Serokê Amerîkayê, Donald Trump jî di hevdîtinê de tekezî li giringîdana welatê xwe bi serkeftinan û rêzgirtina li serwerî û asayişa Iraqê kir û piştevaniya Amerîkayê jî ji bo têkoşîna li dijî terorîstan dubare kir.
Trump herwiha got, têkşikandina xelafeta DAIŞê, destkefteke mezin bû û niha bi dehan hezar ji çekdarên wê rêkxistinê hatine girtin.
Serokomariya Iraqê did axuyaniya xwe de destnîşan kiriye, ku di civînê de, behsa guhertin û pêşhatên navçeyê û cîhanê û mijarên hevbeş û awayê rûbirûbûna terorê û bilindkirina asta pêwendiyên du alî yên navbera Iraqê û Amerîkayê hat kirin.
Berhem Salih û Donald Trump li kevana birêveçûna civînên Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî de li New Yorkê bi hev re civiyan.
Di civînê de, Wezîrê Derve yê Iraqê, Mihemed Hekîm, Nûnerê Iraqê li Netewên Yekgirtî, Mihemed Husên Behr el Olum, Balyozê Iraqê yê li Waşingtonê, Ferîd Yasîn, Berpirsê Fermangeha Pêwnediyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî û Serokê Fermangeha Rêxistinan û Konferansên Navdewletî yê Wezareta Derve ya Iraqê, Mihemed Ceifer Sedir amade bûn.
Biryar e îro Çarşemî 25ê Îlona 2019an, Serokomarê Iraqê, Berhem Salih di civîna Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî de, têkidlarî çend pirsên navçeyî û navdewletî, li ser navê Iraqê gotarekê pêşkêş bike.
Rudaw
