Firakisyonê Kurdistanî: Pêşêlkirin li sinûrê Xaneqîn zêde bûne
Şêrko Mîr Weyis, perlemantarê Kurd di Civata nwênerên Îraqê de, bi navê firakisyonên Kurdistanî tekez kir, ku piştî bûyerên 16yê Oktoberê bi dehan pêşêlkarîyên rêveberî, yasayî û ewlekarî li sinûrê Xaneqîn hatîne tomar kirin. Ku ji alîyê wan partîyan dihên encamdan ewên nû hatîne wê deverê.
Got jî: Ew pêşêlkarî, destbiserdagirtina baregehên Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê ye li Seidîye û Celewla û Mendelî. Herweha destbiserdagirtina baregehên Partîya Demokrrata Kurdistanê li Xanqîn û rêgirtin ji vekirina baregehên partîyên Kurdî, ku berê wan molet hebûne.
Amaje bi wê yekê jî da, Ew partîyên ku niha hatîne wê deverê, destwerdanê di karûnbarê rêvebirinê dikin û budceya Dîyala bi na wekhevî pişik dikin, bi awayekê ku bi qesd Xaneqînê ji budceyê bê behir dikin.
Wek ragehand jî: zêdetir ji 2000 malbatên Kurd, mal û xanîyên xwe hêlane bi sedema wan pêşêlkarîyan û gefan û ber bi herêma Kurdistanê koç kirine. Di dema dû salên burî de, li deverên maddeya 140 li parêzgeha dîyala zêdetir ji 400 tawan hatîne tomarkirin û nêzîkî 7 hezar donim zevî bi mebest hatîne şewitandin.
K24
